Naverok
Kurte
Ava Sor, çîroka liberxwedana gelê
Kurd e ku ji jîyana rastîn a têkoşerên tevgera azadîya Kurdistanê hatiye
wergirtin. Di vê romana ku ji jîyana rastîn a gerîlatîyê hatiye hûnandin de,
nivîskar dûr neçûye û li qehremanan negerîyaye. Pêdivîya bi afirandina
qehremanên xeyalî jî tunebû. Nivîskar tenê nav guhertine û her tişt wekî
rastîya wê nivîsîye. Qehremanên romanê rêheval û hogirên li derdora nivîskêr bi
xwe bûn û wan jîyana xwe pê re bi par ve kiribû. Doşekên wan erd, balgîfên wan
kevir û lihêfên wan esman bûn. Her çendî çîrok û serpêhatîyên wan ji hev cuda
bûn jî, lê rê û xaçerêkên wan li heman deşt û newalan digihîştin hev û bi Ava
Sor re diherikîn. Bi hev re dibûn yek beden û yek gîyan û bi stêrkan re
dimeşîyan. Ji lew re jîyana her yekî ji wan mînakeke bêhempa, roman û destaneke
ku nehatiye nivîsandin e.
Çavkanîya Ava Sor, têkoşîna gelê
Kurd a lêgerîna azadîyê ye. Ev lêgerîn duh jî hebû, îro jî heye û heta ku gelê
Kurd bigihîje mafên xwe yên xwezayî dê ev lêgerîn her berdewam be.Bûyer û
serpêhatîyên ku hatine zimên tev rast in. Ava Sor beşekî bîranînên nivîskar e.
Ava sor, dengê herikîn û hawara robarê Dîcleyê ye. Bi nalîn û qîrîn çîroka
navbera her du çeman vedibêje.
Ji bo ku ew rojên giran ên wê
jîyanê neyên jibîrkirin û di nav dirêjahîya salan de winda nebin û rojekê ji
rojan bibin malê dîrokê, divîyabû ew jîyan bihata vegotin!
Pirtûk | |
Navê Pirtûkê | Ava Sor |
Nivîskar | Îbrahîm Osman |
Hejmara Rûpelan | 280 |
Ziman | Kurdî |
Ebat | 13,0 x19.5 cm |
Dîroka Çapê | Nisan, 2014 |
ISBN | 978-605-90142-0-5 |