Naverok
Puxteya Pirtûkê
Çarîneyên
Omer Xeyyam
Omer Xeyyam (1048 -1131)
yek ji zanayên herî binav û bang yê serdema xwe bûye. Xeyam, ne tenê
helbestvan, herweha fîlozof, matematîknas û stêrnas e jî. Yek ji karên wî yên
girîng jî serrastkirina salnama Îranî bûye. Ew salnama han, ta roja îro jî wekî
salnama dîwanî ya Îranê tê bikaranîn. Lê nav û dengê Xeyyamî ne bi salnamê, ne
bi matematîknasî û stêrnasiyê, belkî bi çarîneyên wî yên felsefî belavî cîhanê
bûye. Yanî, ew di cîhanê da bi çarîneyên xwe navdar e; lewma herî pir ev
çarîneyên wî hatine wergerandin bi bal dehan zimanên dunyayê. Perwîz Cîhanî jî,
bo vê wergera xwe di şûna kêşa ‘erûzî de kêşa Kurdî ya xwemalî yanî kêşa kîteyî
bijartiye. Û bo ku hemî kes bikarîbin van çarîneyan bixweînin, wî alîyek rûpel
bi tîpên Erebî û alîyê din jî bi tîpên latînî nivîsîye û herweha bo
guhdarîkininê jî, ev çarîneyana bi dengê xwe di CDyê de xwwendiye.
Pirtûk | |
Navê Pirtûkê | Çarîneyên Omer Xeyyam |
Nivîskar | Omer Xeyyam |
Hejmara Rûpelan | 174 |
Ziman | Kurdî |
Dîroka Çapê | 978-605-5402-58-7 |