Menu
Selika Min

Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye

Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye
-25 %

Naverok

Kurte

Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye yek ji bi dehan berhem û xebatên hêja yên Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî ev berhema han di sala 1857/58’an de bi handan û rênîşandêrîya A. Jaba nivîsandiye. Hemû alîyên urf û adetên Kurdan, bi awayekî kurt, lê tijî û dagirtî raxistine ber çavan. Ji ber vê yekê, ev berhemeke sûdbexş e û ji bo civaknasîya Kurdî çavkanîyeke hêja û biqîmet e. Di vî warî de jî tekane ye.


Mela Mehmûdê Bazîdî, nivîskar û zanayekî Kurd ê gelekî piralî û têrberhem e. Ew hem dîplomat, wergêr, çîroknivîs, ferhengnivîs, zimannas û di pêşîya hemûyan de jî civaknas e.


Di vê berhema nirxdar de, tîpguhêzîya bi alfabeya Latînî, tîpguhêzîya bi tîpên Krîlî û nivîsa resen a bi tîpên Erebî di pirtûkê de cih digirin, ku ev yek bi tena serê xwe dikare bibe çavkanîyeke hêja ji bo xwîner û lêkolîneran ku xebatên xwe yên akademîk di der barê vê berhema Kurdewar a dîrokî de bidin meşandin û alîyên wê yên cihêreng vekolin.


Ev kitêba di nav destên we de, yekem lêkolîna lêkolîna civaknasî, etnolojî û etnografî ya li ser Kurdan e ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin.  


Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye
Pirtûk
Navê Pirtûkê Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye
Nivîskar Mela Mehmûdê Bazidî
Hejmara Rûpelan 192
Ziman Kurdî
Ebat 13,5 * 21.0 cm
Dîroka Çapê Tîrmeh 2010
ISBN 978-605-56832-8-3

Şîrove bike

Nîşe: Venaguheze HTML' yê!
Xirab Baş
123.00 TL
164.00 TL
Pûanê hewcekirî: 3346
  • Stok: Di stokê
  • Pûanê Qezençkirî: 62
Rêjeya Temaşekirinê: 3547

Parve bike